• Sunday, 15 February 2026
logo

Fermandarekî Hevpeymanan: Mesrûr Barzanî kesekî lêhatî ye

Gulan Media December 11, 2018 Nûçe
Fermandarekî Hevpeymanan: Mesrûr Barzanî kesekî lêhatî ye
Rêwresma guhartina Fermandarê Fermandariya Hêza Hevpeymanan ku Îtalya serperiştiya wê dike birêve çû. Di vê derbarê Fermandarê Navenda Kurdistanê bo Rahênan û Hevahengiyê li Kurdistanê Angelo Iachetti ku nûnertiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike û bi “KTCC” tê naskirin, ji K24ê re got: “Hevahengî û hevkariyên bi Pêşmerge re berdewam dibin.” Hêvî jî xwast kabîneya dahatû ya hikûmetê serkeftî bî.

Fermandarê Navenda Kurdistanê “KTCC” Angelo Iachetti ji K24ê tekez kir: “Ji min re Kurdistan ezmûneke girîng bû. Dilxweş im ku bi hezaran Pêşmerge ji aliyê me ve li ser pûçkirina mîn û bombeyên çendî hatin pahênankirin.”

Herwiha got: “Xweşhal im ku hikûmeta nû ya Kurdistanê pêk tê. Min çend caran hevdîtin bi birêz Mesrûr Barzanî re kir, karîm bigihim wê baweriyê ku ew kesekî lêhatî ye bo parastina aramiya welatê xwe, hêvîdar im di erkê nû de jî serkeftî be.”

Derbarê hevkariyên bo hêzên Pêşmerge Angelo Iachetti got: “Pêwîstiyên hêzên Pêşmerge hene. Em li vir in ji bo wan pêwîstiya ji wan re peyda bikin, ji ber wê bi aşkere dibêjim ku hevahengiya me berdewam dibe.”

Li hemberê, berpirsên Herêma Kurdistanê hebûna wan hêzan li Herêma Kurdistanê bi girîngî dizanin, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmege bi wekalet Kerîm Şingalî tekez dike, Herêma Kurdistanê hîna pêwîstiya wê hevkariya Hevpeymanan heye.

Şingalî ji K24ê re got: “Roleke wan hêza ya baş heye bo rahênankirina hêzên Pêşmerge. Hêzên Pêşmerge jî gelek sûde ji wan wergirtin.” Herwiha got jî: “Me daxwaz ji Hevpeymanan kir ku KTCC li ser erkê li Herêma Kurdistanê berdewam be.”

Di heyama sala bûrî de zêdetir ji 4 û 500 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hevpeymanan ve hatin rahênankirin, ev ji bilî wê hevahengî û hevkariya ku di navbera her du Pêşmerge û hêzên hevpeymanan hebûye.

k24
Top