Şandeka hikûmeta Kurdistanê bi alîkarê Wezîrê Derve yê Fransa re hevdîtin kir
Li gorî agahiyên BasNewsê, duhî şandeka hikûmeta Kurdistanê ku ji berpirsê raportên navdewletî Dîndar Zêbarî, nûnerê hikûmetê li Parîsê Elî Dolemerî û berpirsê dosyeya mesîhiyan Saman Cemîl pêk hatibû, li Parîsê ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Fransa di karûbarên Rojhilata Navîn de, Adrian Penelli ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de behsa rewşa kemîneyên etnîkî û olî yên Kurdistanê hat kirin û tekestî li ser hevkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Hewlêr û Parîsê de hat kirin.
Dîndar Zêbarî anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê her dem hewl daye mafên kêmîneyan dabîn bike û biparêze.
Basnews
