• Sunday, 22 February 2026
logo

4 kesên ji Efrînê di belema Tertûsê de canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 24, 2022 Nûçe
4 kesên ji Efrînê di belema Tertûsê de canê xwe ji dest dan

Malbateke Efrînî di nava qurbaniyên belema Tertûsê de bû ku bavek û 3 zarokên wî canê xwe ji dest dane, hevjîna wî jî di nexweşxaneyeke Tertûsê de ye.

Çalakvan Mistefa Hibo ku xelkê Efrînê ye û li bajarê Terablusê yê Libnanê niştecî ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, welatiyên Kurd Mistefa Misto yê 35 salî yê ji gundê Beiyê yê herêma Efrînê bi 3 zarokên xwe re xeniqiye.

Hibo ji Rûdawê re got, şeva borî cenazeyê Mistefa Misto û keça wî Dunya ya 13 salî, li Terablusê taxa Bab el-Remil, bi xakê hatin sipartin û cenazeyê kurek û keçeke wî hîn nediyar in û hevjîna wî jî hîn li nexweşxaneyeke Tertûsê ye.

Hibo ji Rûdawê re got, ji bilî vê malbatê, kesekî din ê Erebên hawirdeyên Efrînê jî di nav belemê de hebûye.

Keştiya ku Mistefa û malbata xwe tê de bûn roja Sêşemê ji Lubnanê birêketibû û nêzîkî 170 koçberên ne yasayî ji Lubnanê ber bi Îtalyayê ve dibirin.

Roja Pêncşemê ew keştî li nêzîkî girava Erwad a ser bi parêzgeha Tertûsê binav bibû. Li gor zanyariyên herî dawî, hejmara qurbaniyan gihîştiye 88 kesan û 50 kes jî heta niha winda ne.

 

Rudaw

Top