• Sunday, 22 February 2026
logo

Firokeyeke Tirkiyê baregeha YBŞê bombebaran kir

Gulan Media September 24, 2022 Nûçe
Firokeyeke Tirkiyê baregeha YBŞê bombebaran kir

Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeha çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê bombebaran kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, îro piştî nîvro 23ê Îlona 2022yan, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê kire armanc.

Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li baregehê ketiye, lê heta niha ji aliyê YBŞê ve derbarê ziyanên canî û maddî de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev ne cara yekem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatiye armanckirin.

 

K24

Top