• Sunday, 15 February 2026
logo

Bexda dixwaze di serjimêriyê de Kakeyî û Êzîdî û Şebek li ser kurdan neyên hesibandin!

Gulan Media December 10, 2018 Nûçe
Bexda dixwaze di serjimêriyê de Kakeyî û Êzîdî û Şebek li ser kurdan neyên hesibandin!
Endamekî Komîsyona Bilind ya Serjimêriya Giştî ya Iraqê dibêje, hikûmeta Iraqê dixwaze di serjimêriyê de kurdên Şebek, Kakeyî û Êzîdî wek kurd neyên hesibandin û jimartin!

Endamê Komîsyona Bilind ya Serjimêriya Giştî ya Iraqê Sîrwan Mihemed ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, biryar e sala bê serjimêriya giştî li Iraqê bê kirin, bo vê yekê bûdce jî hatiye terxankirin.

Sîrwan Mihemed daye zanîn, hikûmeta Iraqê dixwaze di serjimêriyê de kurdên Kakeyî, Êzîdî û Şebek wek kurd neyên hesibandin û jimartin. Ew dixwazin wan wek netewên cihê bihesibînin. Em bi tundî li dijî vê yekê ne.

Wî endamê Komîsyona Bilind ya Serjimêriya Giştî ya Iraqê daye xuyakirin, hikûmeta Iraq niha jî dixwaze li ser formên serjimêriyê xala etnîkî rake! Em vê jî qebûl nake ji ber ku yek ji armancên serjimêriyê ew e ku her netewek rêje û nifûsa xwe ya rastî bizane.

Li gorî agahiyên wî endamê Komîsyona Serjimêriyê, hikûmeta Iraqê roj bi roj astengên zêdetir dixe pêşiya serjimêriyê lê serjimêrî çi qasî gîro bibe, ziyana wê bo Iraqê zêdetir dibe.

Basnews
Top