• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Gulan Media September 22, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 21ê Îlonê, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane kir.

Di civînê de pêşhat û guherînên herî dawî yên rewşa Iraqê û navçeyê û berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teror û gefên terorîstên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî ligirîngiya pêşvebirina pêwendî û hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ligel hêzên Hevpeymanan hat kirin ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraqê.

 

K24

Top