• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Brîtanyayê civîyan

Gulan Media December 10, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û balyozê Brîtanyayê civîyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks kir.

Îro danê sibê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê û şanda pê re kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Rojhilata Navîn, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her wiha pêwendiyên Hewlêr û Brîtanyayê hatin axaftin.

Balyozê Brîtanya piştevaniya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman û ragihand, ew reformên ku hikûmeta Kurdistanê daye destpêkirin jî girîng û pêwîst in.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Brîtanya kir ku di rojên zehmet de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê hikûmetê behsa pilan û pirojeya reformê jî kir ku ev demek e di nav dezgehên hikûmetê de dest pê kiriye û got, ev reform dê bidomin.

Waar.tv
Top