• Sunday, 15 February 2026
logo

Şandeke Polonya gihêşte Hewlêrê

Gulan Media December 10, 2018 Nûçe
Şandeke Polonya gihêşte Hewlêrê
vê piştî civînan serdana kempên penaberan jî bike
Wezîra Alîkariyên Mirovî ya Polonyayê Biyata Kîmba li gel şandeke pê re gihêşte Hewlêrê.

Wezîra Polonî û şanda pê re li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hate pêşwazîkirin.

Tê payîn wezîra Polonî çend civîn û hevdîtinan li gel rayedarên Kurdistanê pêk bîne û herwiha serdana kempên penaberan jî bike.

Top