• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bila Mamosteyên olî berdewam bin li ser rola xwe ya bihêz

Gulan Media September 21, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Bila Mamosteyên olî berdewam bin li ser rola xwe ya bihêz

Bo 52 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê peyamek weşand.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 52 saliya ava kirina yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê peyamek weşand ku, ev naveroka peyamê ye;

Bi minasebeta 52 saliya damezrandina Yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Serok û endamên mekteba cîhbicîhkar û tevahiya mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

Hêvî dikim Yekîtiya han yaku, bi fermana raste rast ya Rêberê nîştimaniya me Barzaniyê Nemir hatiye avakirin, li ser heman bingeh û rêçik û armancan be ku, bo bidest anîna wan hatiye avakirin û herwiha berdewam be li ser rola girîng û çalak ya xwe ya bo berevanî kirin ji mijarên nîştimanî û pêşde birina çanda lêbûrînê û bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de û red kirina tundûtîjî û rûbirû bûna radîkalîzimê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top