Serok Barzanî bersiva bangewaziya parêzgarê Mûsilê dide
Piştî ku roja înê 07.12.2018 Qaymeqamê bajarê Mûsilê Zuhêr El Erecî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku bi hanaya bajarê Mûsilê ve biçe û alîkariya koçber û xelkê lêqewimî yê lehî û baranbarînên vê dawiyê bike. Cenabê Serok Mesûd Barzanî bi wê bangewaziyê ve hat û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raspard ku bi hanaya koçber û lêqewimiyên lehiya vê dawiyê ya bajarê Mûsilê ve biçin.
Ji ber şepêla baranê ya li Iraq û Kurdistan bariye, li gelek navçeyan lehî dirust bû û ziyaneke mezin gihande welatiyan.
Bajarê Mûsilê ku ta niha ji ber şerê DAIŞê wêran e û şerê li dijî DAIŞê jî ziyaneke mezin gihandiye wê, baran û lehiyê jî jiyana xelkê wî bajarê dijwartir kiriye.
Waar.tv
