• Sunday, 22 February 2026
logo

Encûmena Wezîran li ser du mijarên giring dicive

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Encûmena Wezîran li ser du mijarên giring dicive

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî dê birêve bibe.

Îro 20.09.2022yê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û beşa yekem a civînê de mijara rêxistin kirina destê kar di sektora taybet de û ava kirina derfetên kar ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dê bê gotûbêj kirin. Herwaha li ser dabeş kirina dadperweriya derfetên kar û ewlehiyet dayîna destê kar ê navxweyî di projeyan de û pêbend kirina xwediyên kar û veberhêneran bo cuda kirina rêjeyekî diyarkirî bo karkerên navxweyî dê bê gotûbêj kirin.

Di beşa duyem de jî dê peyrewa taybet a derbarê pêkhate û erken lijneyên lêkolîna pîşeyî li wezareta tenduristiyê, li gor rênmayiyên beşa yekem û madeya 9 a yasaya bi hejmara 4 a sala 2020ê yasaya maf û erken nexwaş li Herêma Kurdistanê dê bê gotûbêj kirin.

 

 

Top