• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Jeo Biden civiyan

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Jeo Biden civiyan

Li gor zaniyariyên berdest, di çarçoveya serdana xwe de ya bo Londonê bo beşdarî kirina di merasîma veşartina şahjina Brîtanyayê de, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Amerîkayê Jeo Biden civiyaye.

Serokê herêma Kurdistanê her di heman merasîmê de li gel Serokkomarê Franse û rayedarên çend welatên din jî civiyaye.

Weke tê zanîn Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Brîtanyayê bo beşdarî kirin di merasîma veşartina şahjina Brîtanyayê de serdana vê welatî kiriye.
 

Top