• Sunday, 22 February 2026
logo

Neteweyên Yekbûyî ji bo mirina Jîna Emînî daxwaza lêkolîneke bê alî kir

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Neteweyên Yekbûyî ji bo mirina Jîna Emînî daxwaza lêkolîneke bê alî kir

Neteweyên Yekbûyî têkildarî bûyera mirina bi guman a keça Kurd Jîna Emînî daxwaz kir, “lêkolîneke bê alî” bê kirin û “rastî ji malbata Jîna Emînî re bên aşkerekirin”.

Neteweyên Yekbûyî derbarê canjidestdana bi guman a keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hatibû desteserkirin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de, Neteweyên Yekbûyî dibêje, “Em daxwaza lêkolîneke bê alî û bi bandor derbarê bûyera canjidestdana Jîna (Mehsa) Emînî dikin û daxwaz dikin rastî ji malbata wê re bên aşkerekirin.”

Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li hikûmeta Îranê kiriye û gotiye, divê berpirsên Îranê armanckirin û desteserkirina wan jinan rawestînin ku pabendî hîcabê nînin.

Neteweyên Yekbûyî herwiha amaje bi xwepêşandanên xelkê yên piştî wê bûyerê û tundiya hêzên emnî yên Îranê li hember wan xwepêşandan kiriye û “serederiya tund a hêzên emnî li hember xwepêşanderan şermezar” kiriye.

Top