• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Serok Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de civiyan.

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Îlona 2022an pêşwazî li Serokê YNKê Bafil Talebanî kir û li gor zanyariyan, di civînê rewşa niha ya Iraqê, pêkanîna hikûmetê û pirsa postê Serokomarê Iraqê tên gotûbêjkirin.

Di dawî civîna di navbera Serok Barzanî û Bafil Talebanî de ku roja 4ê Tebaxa 2022an bû, çend biryar ji bo yekxistina navmala Kurdî hatin dayîn:

Kar bikin ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember wan astengiyên ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û civînên ji bo vê mebestê werin berdewamkirin.

 

Basnews

Top