Şanda ENKSê bi James Jeffery re hevdîtin kir
Duhî şandeka ENKSê li bajarê Dîlok yê Bakûrê Kurdistanê bi nûnerê Amerîka di karûbarên Sûriyê de James Jeffery re hevdîtin kir.
Endamê şanda ENKSê Elî Îbrahîm li ser naveroka civînê ji K24 re gotiye, wan di civînê de behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kirine û çend daxwazên xwe arasteyî wî dîplomatê Amerîkî kirine.
Elî Îbrahîm, ku berpirsê ENKSê li Kobanê ye jî, daye zanîn, wan daxwaz ji Amerîka kirine hêzên xwe li rojhilatê çemê Ferêt bihêle ji ber ku eger Amerîka ji wir vekişe dê karesata mirovî biqewime, ne tenê li dijî kurdan lê li dijî ereb û suryaniyan jî.
Wî berpirsê ENKSê her wiha ragihandiye, wan ji Amerîka daxwaza wê yekê jî kirine ku di nav Sûriyeka federal de kurd bibin xwedan statûyeka federatîf û mafên wan bên misogerkirin.
Elî Îbrahîm daye xuyakirin ku wan ji James Jeffery re gotine bila pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku ew ji bona aramiyê hatine amadekirine ne ji bo derxistina aloziyê.
Basnews
