YNK daxwaza PDKê ya fîftî fîftî nabe qebûl dike!
Berdevkê fermî yê YNKê Seidî Ehmed Pîre piştî dawîbûna civîna polîtburoyê ragehand, di destpêka damezrandina hikûmeta federal a Iraqê de hin tengezarî çêbûn û YNK hewl dide wan nehêle û YNK û aliyên din jî bigehin mafê xwe. Herwaha ‘’Di kabîneya Dr. Adil Ebdulmehdî de li Bexdayê hin pirsgirêk hene û me jî di dema helbijartina serokkomar de nekarî li ser yek namzedî li gel PDKê rêkbikevin. Em û PDK di vê derbarê de pirsgirêkên me hene û li gel biraderên Iraqê jî hin pirsgirêkên me hene.’’
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Pîre got, di çend rojên pêş me de dê şandeyek PDKê bê Silêmaniyê û li gel YNKê jî dê bicive bo pêkanîna hikûmetê û got: ‘’Pêwîstî bi rêkeftineke siyasî ya derbarê wan pirsgirêkan de heye. Ji bo wê jî dem dixwaze, lê teqez damezrandina hikûmetê jî dê li ser wan guftûgoyan pêkbê.’’ Herwaha got YNK dixwaze di hikûmeta herêma Kurdistanê ya nû de şirîk be. Lê li xwe mûkir hat ku PDKê daxwaz kiriye ku fîftî fîftî nabe û vê derbarê de got: ‘’Dibe ku wek berê em fîftî fîftî di hikûmetê de nebin. Lê divê di mijarên ewlehiyê, siyasî û îdarî de şirîkbûn hebe.’’
Berdevkê YNKê got, ew wek YNKê hevpeymaniyê li gele PDKê dikin û rêz li biryarên PDKê digrin. Ji ber li gor ‘’Îstiqaqê helbijartinê, PDK fraksiyona herî mezin e û namzedê ji bo damezrandian hikûmetê jî ew dê diyar bikin.’’
Basnews
