• Sunday, 22 February 2026
logo

Xwendekarên zanîngeha Tehranê jî dijî rejîmê xwepîşandan kirin

Gulan Media September 19, 2022 Nûçe
Xwendekarên zanîngeha Tehranê jî dijî rejîmê xwepîşandan kirin

Diroşmeyên jin, jiyan û Azadî dijî rejîmê qiriyan.

Xwepîşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê rejîma Îranê ve berdewamin û di vê çarçoveyê de duhê tevahiya Xwendekarên beşên curbicur yên mezintirîn zanîngeha Îranê ku, zanîngeha Tehranê ye xwepîşandaneke mezin dijî rejîmê lidar xistin.

Di xwepîşandanê de Xwepîşander dijî rejîmê diroşme qiriyan û gotin: Jin, Jiyan, Azadî, Mirin bo dîktator, na ji dînê zorekî re.

 

 

Rudaw

Top