• Sunday, 15 February 2026
logo

Almanya piştevaniya hikûmeta nû ya Kurdistanê dike

Gulan Media December 8, 2018 Nûçe
Almanya piştevaniya hikûmeta nû ya Kurdistanê dike
Hat zanîn ku Wezîra Berevaniya Almanya Ursula von der Lyen piştevaniya xwe bo hikûmeta nû ya Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî nîşan daye.

Cîgirê serokê Yekitiya Lawên Cîhanê û nûnerê Yekitiya Lawên Demokrata Kurdistanê li derve, Felah Hesen ji BasNewsê re got, di kevana sî û yekemîn kongireya Partiya Demokrat-Mesîhî ya Almanya de em bi Wezîra Berevaniya Almanya re civiyan.

Felah Hesen li ser naveroka hevdîtinê got, me di civînê de behsa rewşa Kurdistanê û pêwendiyên Almanya û Kurdistanê kir. Wezîra Almanî ji me re got ku dê Almanya li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina gel û hikûmeta Kurdistanê berdewam be.

Bi gotina Felah Hesen, Wezîra Berevaniya Almanya behsa kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî kiriye û gotiye, ew piştevaniya kabîneya nû bi serokatiya Mesrûr Barzanî dikin.

Basnews
Top