Seroka Kongrêsa Amerîkayê Li Ermenistanê ye
Di şerê vê dawî de zêdetir ji 215 leşker ji her du aliyan hatine kuştin.
Îro Serok kongrêsa Amerîkayê Nancy Pelosî bi serdaneke fermî gehêşte Ermenistanê û ji aliyê rayedarên vê welatî ve hate pêşwazîkirin.
Pelocî û şanda kongrêsa Amerîkayê ji balefirxaneya Erivanê ji aliyê Serokê parlementoya Ermenistan û balyozê Amerîkayê yê li Ermenistanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare şanda kongrêsa Amerîkayê li gel rayedarên Ermenistanê civîn û hevdîtinan pêk bîne û behsa çend mijaran bike.
Ev serdana Pelocî di demekê deye ku, beriya çend rojan di navbera Azerbayican û Ermenistanê de pevçûn derketibû û ji her du aliyan herî kêm 215 leşker hatibûn kuştin.
