Siyasetmedarekî Iraqî: Kurd û sunnî hatine piştguhxistin
Siyasetmedarê sunnî yê Iraqî û parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî li ser rûpela xwe ya twîtterê gotiye, ji sala 2003 ve û ji dema ku rêjîma nû ya Iraqê hatiye avakirin ve heta niha Bexdayê sunniyên Iraqê piştguh xist paşê jî kurd hatin piştguhxistin.
Esîl Nucêfî her wiha gotiye, niha ne tenê kurd û sunnî hatine piştguhxistin, belkî siyasetmedar û opozîsyona şîe jî ji aliyê hikûmetê ve hatine piştguhxistin.
Wî siyasetmedarê Iraqî hişyarî daye û gotiye, eger ev rewş bidome dê rêveberê wê siyasetê were fetisandin!
Basnews
