Rêveberiya hatinûçûnê li Koya daxuyaniyek belav kir
Berdevkê Rêveberiya hatinûçûnê li Koya Zahir Mihemed ji BasNewsê re ragehand ku, ji ber barana zêde û bilindbûna asta avê li bendava Semaqolî ya di navbera parêzgeha Hewlêr û Silêaniyê de pirsgirêkek ji şûfêr û welatiyan re çêbûye û divê agehdarbin.
Herwiha rêveberiya hatinûçûnê li Koya got ku, derbarê wê rêyê aliyên pêwendîdar hatine agehdarkirin daku çareseriyekê ji wê rêyê re bibînin.
Tekez kir tevî ku, yek milyar dînar bo bilindkirina pirê hatiye terxankirin lê heta niha proje neketiye cîbicîkirin.
Basnews
