Konsulê Filîstînê: Avakirina komelgehên niştecîbûnê li Efrînê ne biryareke fermî ye
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî li ser avakirina komelgehên nîştecîbûnê ji bo Erebên hawirde yên li Efrînê got, “Beriya her tiştî em gelê Filîstînê ji dagirkerî û bicihkirina bi darê zorê ya kesên din li ser axa xwe mexdûr in. Ev bi tu awayî biryareke fermî ya Rêveberiya Filistînê nîne.”
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî hevpeyvîneke taybet bi Rûdawê re kir û li ser rojevê axivî.
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî li ser pirsa avakirina komelgehên nîştecîbûnê ji bo Erebên hawirde yên li Efrînê got, “Berî her tiştî rêz û hezkirina xwe ji endamên şanda ku ji kesayetiyên Efrînê pêk tê, yên ku serdana me kirin re radigihînim. Helbet mazûvaniya wan şanazî bû, min bi germî pêşwaziya wan kir. Gelên li Sûriyê rastî êrîşên li ser ewlekarî û aramiyê hatine û koçber bûne.”
Nezmî Hezûrî got, “Ez bejna xwe li ber Kurdên ku li Sûriyê şehîd bûne ditewînim. Beşek ji şehîdan zarokên Hesekê, Efrîn û herêmên din bûn. Hinek jî şoreşgerên mezin bûn û dilsozê doza gelê Filistînê bûn. Her wiha bi fedekariyên xwe dîrokeke mezin nivîsandin û tu carî nayên jibîrkirin. Li ser vê bingehê ez dibêjim dîrok, têkoşîn û xwînê em bi hev ve girê dane.”
"Ev ne biryareke fermî ya rêveberiya Filistînê ye"
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî da zanîn ku ew li ser xaniyên navborî lêkolînê dikin û anî ziman, “Em li Efrînê di bin çavdêriya Serokatiya Filistînê û Wezîrê Derve de li ser xaniyên ku hatine lêkirin lêkolînan dikin.”
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî destnîşan kir ku ew bi xwe mexdûrên niştecihên bi darê zorê ne.
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî got, “Beriya her tiştî em gelê Filîstînê ji dagirkerî û bicihkirina bi darê zorê ya kesên din li ser axa xwe mexdûr in. Ev bi tu awayî biryareke fermî ya Rêveberiya Filistînê nîne.”
"Têkiliya gelê Kurd û gelê Filistînê dîrokî ye"
Konsulê Giştî yê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Filistînê de jî got, “Pêwendiya gelê Kurd û gelê Filistînê dîrokî ye û niha peywendiya wan di asteke gelek baş de ye.”
Rudaw
