• Sunday, 22 February 2026
logo

20 milyon ziyaretkar beşdarî Çileya Îmam Husên bûn

Gulan Media September 16, 2022 Nûçe
20 milyon ziyaretkar beşdarî Çileya Îmam Husên bûn

 Îsal 20 milyon ziyaretkar beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûn, ku di nav wan de pênc milyon biyanî hene.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, îsal zêdetirî 20 milyon ziyaretkaran beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûne.

Yehya Resûl di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Ji wan 20 milyon ziyaretkaran, 5 milyon biyanî ne, ku li gor zanyariyan bi rêya deriyên sînorî û balafirgehên Bexda û Necefê hatine Iraqê.”

Li ser vê mijarê, Serokê Beşa Karwan û Merasîmên Husêniye yê Iraq û cîhanê  Eqîl Yasirî ragihand, di nava van çend rojan de zêdetirî 12 hezar û 500 karwan beşdarî bîranînê bûne, 300 karwan ji aliyê welatiyên biyanî ve bûne.

 

K24

Top