• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsulê Kuwêtê kir

Gulan Media September 15, 2022 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsulê Kuwêtê kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Roja 14ê Îlona 2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê Osman El-Dawûd kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûnê li li Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuwêtê de.

Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.

 

Basnews

Top