• Sunday, 22 February 2026
logo

NY: Tirkiye tawanên cengî dike

Gulan Media September 15, 2022 Nûçe
NY: Tirkiye tawanên cengî dike

Dibêje êrîşên Tirkiyeyê bo ser Bakûrê Sûriyeyê tawanên cengî ne.

Komîteya serbixwe ya taybet bi karûbarên Sûriyeyê ya Netewên Yekgirtî, raportek derbarê rewşa Sûriye û êrîşên Tirkiyeyê de bo ser bakûr û rojhilatê Sûriyeyê amade kiriye.

Biryare ev raporta han pêşkêşî civîna komîsariyaya  mafên mirovan ya NY were kirin.

Di raportê de bi belge hatiye diyarkirin ku, Tirkiye bi êrîş û operasiyonên xwe yên li dijî bakûr û rojhilatê Sûriyeyê gelek tawanên cengî û tawanên dijî înasnî pêk aniye.

Di raporta han de yaku ji 50 rûpelan pêk hatiye tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, li Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û gelek deverên din artêşa Tirkiyeyê gelek tawanên mezin yên cengî kiriye û ev tawanên han hîn jî didomin bi taybetî li Efrînê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku artêşa Tirkiyeyê milk û malên taybet yên xelkê didize û bi zorê dest datîne ser wan.

Top