• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr projeyeke nû da destpê kirin

Gulan Media September 15, 2022 Nûçe
Serokwezîr projeyeke nû da destpê kirin

Kevira bingehîn ya cadeya Spêlik û Xelîfanê hat danîn.

Îro di merasîmekê de ku, têde Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar bû, kevira bingehîn ya du bande kirina cadeya Spêlik û Xelîfanê hate danîn.

Ev cadeya han cadeyeke girîng û steratejîkiye ku, deriya sînorî ya Hac Omeranê bi Hewlêrê rê girê dide.

Herwiha ev cadeya han rêyeke serekeye bo deverên torîstîkî yên Kurdistanê weke Çoman, Balakatê, çiyayê Helgord û devera Soranê.

Di merasîmê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, hikûmet girîngiyeke zêdetir dide projeyên awedan kirinê û projeyên steratejîkî û destpê kirina vê projeya han xizmeteke gelek zêdetir pêşkêşî welatiyên herêmê, torîstan û abûriya deverê jî dike.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, hikûmet hewl dide sîmayeke din bide deverê û di her warî de deverê avedantir bike.

Serokwezîr di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku, hikûmet berdewam dibe li ser xizmet kirina deverê û vê li devera Soranê çend projeyên din yên girîng werin cîhbicîhkirin.
 

Top