• Monday, 16 February 2026
logo

Federasyona Penaberan ya Kurdistanê: Welatên Ewropî dixwazin penaberên kurd dîport bikin!

Gulan Media December 5, 2018 Nûçe
Federasyona Penaberan ya Kurdistanê: Welatên Ewropî dixwazin penaberên kurd dîport bikin!
Federasyona Penaberan ya Kurdistanê ragihand, welatên Ewropî dixwazin penaberên kurd û Iraqî bi zorê vegerînin welatê xwe lê heta ji destê wan bê ewê nehêlin.

Berpirsê Federasyona Penaberan ya Kurdistanê Arî Celal ji BasNewsê re got, welatên Ewropî dixwazin îsal jî penaberên kurd û Iraqê bi zorê vegerînin welatê wan. Haya me ji vê pilanê heye ji ber wê jî em nahêlin.

Arî Celal her wiha got, heta niha me çend caran dîportkirin û dersînorkirina penaberên kurd û Iraqî daye sekinandin, emê dîsa jî hewl bidin pêşiya vê yekê bigirin. Helbet eger hikûmeta Kurdistanê û welatên Ewropî li ser vê yekê rêkeftin bikin, ew tiştekî din e.

Berpirsê Federasyona Penaberan ya Kurdistanê da zanîn, ji sala 2005 heta 2011, herî kêm 7 hezar penaberên kurd û Iraqî hatin dîportkirin û got, par jî hinek hatin dîpotkirin lê piştî ku me nerazîbûn nîşan da, hat sekinandin.

Basnews
Top