• Monday, 16 February 2026
logo

Kerkûk – Li Daqûqê cotkarekî kurd hat girtin

Gulan Media December 5, 2018 Nûçe
Kerkûk – Li Daqûqê cotkarekî kurd hat girtin
Li devera Daqûq ya Kerkûkê, cotkarekî kurd ji ber ku nehîştibû ereb zeviya wî dagîr bikin, ji aliyê polîsên Iraqî ve hat girtin.

Çavkaniyekî li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê ji BasNewsê re got, duh polîsên Iraqî cotkarekî kurd bi navê Adil Sitar, ku xelkê gundê Yengîceya Talebanî ye, bi tohmeta “gijkirina xelkê li dijî ereban” girtin.

Wê çavkaniyê da zanîn, wî cotkarê kurd tenê sûcê ew e ku bi alîkariya xelkê gund nehîştiye erebên ku ji başûrê Iraqê hatine û li wir bicîh bûne, zevî û erdê wan dagîr bikin. Heta niha du caran erebên wê deverê hewl dane zevî û erdê kurdan dagîr bikin lê gundiyan nehîştine.

Beriya niha qaymeqamê bajarokê Daqûq Hîwa Reşîd ji BasNewsê re gotibû, dadwer û hêzên Iraqî yên li wê deverê pişta ereban digirin û li dijî kurdan ferman û biryaran didin.

Basnews
Top