Qaymeqama Amêdiyê: PKKê ziyanekî mezin gehandiye xelkê
Qaymeqama qeza Amêdiyê ragehand, ji ber şerê PKKê û Tirkiyê em nikarin wek pêwîst xizmetê bigehînin hemû deveran û naha 195 gund hatine vala kirin û xelkê wan gundane koçber bûne bo nav bajaran.
Qaymeqama qeza Amêdiyê Warşîn Selman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hebûna PKKê li devera Amêdiyê ziyaneke mezin gehandiya xelkê deverê û zêdetir ji 195 gund hatine vala kirin û ji ber wê jî ziyanên mezin geheştine sektora çandiniyê û geştûguzarê. Em jî nikarin wek pêwîst xizmetê bigehînin wan navçeyan û xelkê Amêdiyê bi milyaran dînar ziyan geheştiye wan û me nekariye serdana wan navçeyan bikin. Ji ber şer xelkê bax û bostan û cîhên geştyariyê hemû vala kirine û malûhalên xwe bicîh hiştine û bere xwe dane bajaran.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’Gelek caran ji ber şerê navbera PKKê û Tirkiyê rê û elektrîk ji kar ketine. Tîmên çêkirina elektrîkê bi şev û roj kar kirine ji bo çareseriya pirsgirêka elektrîkê û nehiştine hemwelatî bê elektrîk bimînin.’’
Basnews
