• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Hewlêrê konferansekî zanistî li ser karesatên xwezayî birêve diçe

Gulan Media September 12, 2022 Nûçe
Li Hewlêrê konferansekî zanistî li ser karesatên xwezayî birêve diçe

Parêzgerê Hewlêrê ragehand, di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de konferansekî zanistî li ser karesatên xwezayî birêve diçe.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja Şemiya pêş me konferansekî zanistî li ser lehî û karesatên xwezayî li bajarê Hewlêrê birêve diçe û di wê konferansê de behsa amadekarî bo rêgirî kirin û  bi hewara hevniştimaniyan ve çûn jî dê bê gotûbêj kirin.’’

Herwaha got: ‘’Ev konferanse dê 2 rojan berdewam bike û di bin çavdêriya birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dê birêve biçe.’’

 

Basnews

Top