• Sunday, 22 February 2026
logo

‘Serdana Granger û manora serbazî aramiyekê li herêmên Kurdî peyda dike’

Gulan Media September 12, 2022 Nûçe
‘Serdana Granger û manora serbazî aramiyekê li herêmên Kurdî peyda dike’

Siyasetmedarê Kurd Dr. Sadedîn Mella derbarê serdana Nûnerê Amerîkayê yê bo Karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger li Rojavayê Kurdistanê û manora serbazî ya hzên Amerîkî ligel HSDê de got ew yek aramiyeke li herêmên Kurdî peyda dike.

Dema ku General Michael Erik Kurilla, Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî serdana Kampa Holê dikir, hêzên Amerîka û HSD bo cara yekem manorên serbazî yên aşkere li gundewarên Dêrikê, nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê encam didan.

Li ser asta siyasî jî,  Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger, ji dema gihiştina xwe bo Rojavayê Kurdistanê ve, bê rawestan ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD, aliyên Siyasî yên Rojavayê Kûrdistanê, û Rêveberiya Xweser civiya. Hin çavdêr û şopîner van pêşhateyan wek nîşana siyaseteke Amerîka ya nû derbarê Rojavayê Kurdistanê dinirxînin.

Lê Endama Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif ku ligel Granger civiyabû, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, tiştekî nû di xurçika Amerîkiyan nîne.

Endama Serokatiya ENKS Fesla Yûsif got: “Li gor tişta min dîtî di wê civînê de tişteke nû li ba Amerîkayê nîne. Di rûniştina xwe de tenê tekezî li ser du xalên girîng kirin, yek mana weke nûnerê siyasî û weke hêzên serbazî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Herwiha tekezî li ser şerê terorê û çareseriya siyasî li Sûriyê kirin.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Sadedîn Mella, ji heman bernameya Radioya Rûdawê re got, hatina şanderê nû û manorên serbazî aramiyekê li herêmên Kurdî peyda dikin.

Siyasetmedar Dr. Dasedîn Mela got: “Bi texmîna min hatina şanda Amerîkî wê yekê nîşan dide hebûna Amerîkayê dê li herêmê berdewam be. Ev gaveke siyasî bû. Manorê serbazî jixwe berê jî çêdibûn. Lê cara ewil e li Rojava li nêzîkî sînorê Tirkiyê çêdibin û ev jî tişteke erênî bû.”

Ji aliyê din ve Nûnerê ENKSê di îtîlafa opozisyona Sûriyê de Şelal Geso, amaje bi wê yekê kir ku ti projeya Amerîka ji bo Rojavayê Kurdistanê ne berê hebûye û nejî niha heye û got: “Me weke ENKSê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi dehan caran Amerîkî heta vê keliyê dîtine, lê Amerîkayê ti caran ti sozek ji bo mafê gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê nedaye. Her tim ji me re dibêjin herin bi opozisyona Sûriyê û gelê Sûriyê danûstandina bikin, eger we li hev kir em jî dê piştgiriya we bikin. Ti caran ne gotiye em dê ji we re mafan bistînin û zextan bikin, tişteke wiha nîne.”

Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nicholas Granger ji aliyên siyasî û serbazî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tekez kiribû ku Amerîka dê li herêmê bimîne. Herwiha soz dabû ku welatê wî dê kar ji bo aramî û ewlehiya herêmê bike.

 

Rudaw

Top