Şêx Xeznewî: Tirkiye bi navê ol êrîşî gelan dike
Çalakiyên komcivîna navdewletî 'Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê' di rûniştina xwe de ya duyem de ya têkildarî binpêkirinên çandî û dîrokî berdewam in. Girêdayî mijarê Dr. Mûrşid Maşûq El-Xiznewî îmamê Navenda Vejandina Sinî ya Nerwêcê beşek vîdyo şand ku tê de diyar dibe çawa Tirkiye ol weke stare ji kiryarên xwe re bi kar tîne.
