• Monday, 16 February 2026
logo

Esîl Nucêfî: Em hurmeta kandîdbûna Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî digirin

Gulan Media December 4, 2018 Nûçe
Esîl Nucêfî: Em hurmeta kandîdbûna Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî digirin
Serkirdeyekî sunniyên Iraqê dibêje, em pêşwazî li kandîdên PDKê bo postên serokatiya hikûmetê û serokatiya Kurdistanê dikin.

Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî, ku yek ji ser mezinên sunniyên Iraqê ye jî, li ser kandîdên PDKê bo serokatiya hikûmetê û serokatiya Kurdistanê ji BasNewsê re got, ev mijar mijareka navxwe ya kurdan e ji ber wê jî em hurmet digirin û pêşwazî lê dikin.

Esîl Nucêfî her wiha got, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê tenê bi çavdêriya malbata Barzanî û ew kesên ku destnîşan dikin, li ser rêça rast diçin. Ji ber ku malbata Barzanî û serkirdetiya PDKê nifûzek mezin û bihêz di nav kurdan de heye.

PDKê duhî ragihand, Şîretkarê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek kandîdê serokatiya hikûmetê û cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî wek kandîdê serokatiya Kurdistanê destnîşan kirine.

Basnews
Top