• Monday, 16 February 2026
logo

YNK: Helwesta me ya yekparçetiya Iraqê hat jibîrkirin

Gulan Media December 4, 2018 Nûçe
YNK: Helwesta me ya yekparçetiya Iraqê hat jibîrkirin
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, hinek dixwazin YNK beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nebe ji ber wê jî wê partiyê piştguh dixin.

Serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî duhî navê wan kesên ji bona 8 wezaretên vala yên hikûmeta Iraqê dibin kandîd, eşkere kir. Di nav kandîdan de ti endamekî YNKê nîne.

Li ser vê mijarê, firaksyona YNKê li parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, hinek naxwazin YNK beşdarî hikûmeta nû bibe ji ber wê jî dixwazin wê partiyê piştguh bixin.

Firaksyona YNKê diyarkir ku piştguhxistina YNKê tê wateya înkarkirina rol û helwesta YNKê ya 40 salên borî di parastina demokrasî û yekparçetiya Iraqê de.

Waar.tv
Top