• Sunday, 22 February 2026
logo

Serbazekî Kurd ê Urmiyeyî ji aliyê fermandeyê xwe ve hate kuştin

Gulan Media September 11, 2022 Nûçe
Serbazekî Kurd ê Urmiyeyî ji aliyê fermandeyê xwe ve hate kuştin

Serbazekî Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê fermandeyê xwe ve hate kuştin.

Roja Înê cenazeyê serbazekî Kurd ê bi navê Muherem Eşrefî yê 22 salî li gundê Heftiyanê yê ser bi bajarê Selmasê yê Urmiyê hate veşartin, pişt re eşkere bû ku ew serbazê Kurd yê Hêza Polîsê Îranê ji aliyê fermandeyê xwe ve hatiye kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê belav kiriye ku Muherem Eşrefî xelkê Selmasê, li bajarê Çaypare li bakurê Parêzgeha Urmiyê serbaz bû, çend careke li ser pirsên neteweyî û mezhebî li gel fermandeyê xwe tûşî pevçûnê bûye, di dawiyê de fermandeyê wî teqe lê kiriye û kuştiye.

Hêza Polîs ji malbata wî serbazê Kurd re piştrast kiriye ku kurê wan hatiye kuştin lê ji wan re gotiye ku kuştina wî bi enqest nebûye.

 

 

Rudaw

Top