Swêd: Em ti Kurdek radestî Tirkiyeyê nakin
Dibêje Swêd berdewam dibe li ser parastina mafên Kurdan.
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson derbarê gengeşeyên navbera Swêd, Fenlenda û Tirkiyeyê de yên li dor razîbûna Tirkiyeyê bo qebûl kirina endamtiya Swêd û Fenlendayê li NATOyê de, daxuyanî da.
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson ragihand ku, Swêd ti Kurdek ku, xwedan nasnameya welatîbûna Swêdê ye radestî Tirkiyeyê nake û Swêd berdewam dibe li ser parastina mafên Kurdan.
Ji aliyeke din ve ev daxuyaniya Serokwezîra Swêdê di demekê deye ku, îro li vê welatî hilbijartinên giştî û herêmî hene.
Herwiha duhê jî Fenlenda diyar kiribû ku, hikûmet ti carî daxwazên berê yên Tirkiyeyê yên bo radest kirina welatiyan, dubare naxe rojeva xwe.
