Nêçîrvan Barzanî xebata Jan Kubis bilind dinirxîne
Jan Kubis behsa kar û çalakiyên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û sipasiya Serokwezîr, hikûmet û saziyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hevkarî û hevahengî jê kirine kir, hêvî xwest ku pêşkevtinên Herêma Kurdistanê berdewam bin. Herwiha beşdariya Herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de bilind nirxand.
Nêçîrvab Barzanî sipasiya xebatên Kubis kir ku di rewşeke dijwar de li Îraqê kar kir û hertim dixebitî ku aliyên îraqî nêzîkî hev bike û aramî û aşitiyê pêk bîne.
Serowkezîr hêvî xwest ku Jan Kubis di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be û got ku Herêma Kurdistanê hertim weke mala wî ya duyem dimîne.
