• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdhejekê Wan hejand

Gulan Media September 11, 2022 Nûçe
Erdhejekê Wan hejand

Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê demjimêr 7:03 deqe erdhejeke bi hêza 3.4 pileyên rîxterê çêbû.

Li gor Resedxaneya Kandilliyê, îro Yekşemê 11ê Îlona 2022ê erdejeke bi hêza 3.4 pileyên rîxterê ku navenda wê li gundê Zorava ya girêdayî navçeya Tûşbayê yê çêbû.

Hat ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 5 km di bin erdê de bûye û heta niha derbarê ziyaynan de ti agahî nehatine bidestxistin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî derbarê erdhejê de zanyariyên cuda belav kirine û dibêje hêza erdhejê 3,0 pileyên rîxterê bûye.

 

Rudaw

Top