Îmam Taşçier: Em pîrozbahiyê li Kak Mesrûr û Kak Neçîrvan dikin
Piştî kandîdbûna Nêçîrvan Barzanî bo Serokê Herêma Kurdistanê û kandîdbûna Mesrûr Barzanî bo Serokwezîriya Kurdistanê gelek pîrozbahî li wan hat kirin. Parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier jî ji BasNewsrê ra axivî û aşkere kir ku kandîdbûna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûrû Barzanî gelekî muhim bû em hêvîdar in ew jî liser rêbaza Mesûd Barzanî û Melle Mistefa Barzanî bin û bo tiffaqa neteweyî kar bikin.
"Mesrûr Barzanî ji nava sıyasetê tê"
Herwisa Îmam Taşçier behsa rola Mesûd Barzanî ya di siyaseta kurdan kir û amaje bi wê yekê kir ku Mesûd Barzanî ji aliyê hemû kurdan ve tê qebûlkirin û ew serokekî kurdan e. Taşçier da zanîn ku tesîra Mesûd Barzanî liser Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî heye û wiha got: “Mesûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî bi salane di nava siyasetê dane û gelek tişt ji Mesûd Barzanî hilgirtine. Em wan pîroz dikin. Nêçîrvan gelek sal e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû. Peywendiyên wî yên bi baş hene bi cihanê ra. Ez wisa difkirim ev gaveke gelekî erênî bû. Herwisa Mesrûr Barzanî jî ji nava siyasetê tê. Gelekî serkeftî ye û karên baş dike. Em bihêvî ne ku Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bo tiffaqa neteweyî jî gavên êrênî biavêjin.
