YNKê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre li ser kandîdbûna Mesrûr Barzanî bo serokatiya hikûmeta Kurdistanê ji BasNewsê re got, em pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dikin bo serokatiya hikûmetê. Em hêvîdar in di karê xwe de serkeftî be.
Seidî Ehmed Pîre her wiha got, YNK hevpeymana PDKê ye ji ber wê jî PDK kê kandîd bike emê piştevaniya wî bikin.
Berdevkê YNKê anî ziman ku haya Mesrûr Barzanî ji karên hikûmetê heye û got, Mesrûr Barzanî di heyama borî de zêde ji karên hikûmetê dûr nebûye û dê tecrubeyên xwe di serxistina hikûmeta nû de bikar bîne. Ji bo ku ew di karê xwe de serkeftî be, emê bi hemû hêza xwe alîkariya wî bikin.
Basnews
