Gorran: Mesrûr Barzanî kesekî serkeftî ye, emê piştevaniya wî bikin
PDKê îro kandîdên xwe yên serokatiya hikûmetê û serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand, Mesrûr Barzanî kandîdê serokatiya hikûmetê û Nêçîrvan Barzanî jî kandîdê serokatiya Herêma Kurdistanê ye.
Li ser vê mijarê, endamê civata giştî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, helbet PDK di hilbijartinan de yekem bûye ji ber wê jî mafê wê ye kandîdê xwe yê serokatiya hikûmetê destnîşan bike.
Li ser kandîdbûna Mesrûr Barzanî jî Xelîl Serkanî got, Mesrûr Barzanî kesekî siyasî û di karên xwe de heta niha serkeftî bûye. Lê hîn nayê zanîna ka dema bû serokê hikûmetê dê çawa kar bike.
Wî berpirsê Gorranê anî ziman ku eger helwesta serokê nû yê hikûmetê li hember wan baş be dê piştevaniya wî bikin û got, ji ber ku me pê xweş e hikûmeta nû serkeftî be.
Basnews
