• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elîzabeth a Duyem xemgîn im

Gulan Media September 10, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elîzabeth a Duyem xemgîn im

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem peyameke hevxemiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Ez ji ber koça dawî ya xwedî rûmet Şahjin Elizabeth a Duyem gelek xemgîn im. Ez sersaxiyê li malbata şahane û gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim û hevbeşê xema wan im.”

Şahjin Elizabetha Duyem îro pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Koşka Buckingham ragihand, Şahjin Elizabetha Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.

Piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 73 salî Mîr Charles yekser bû Şah.

 

Basnews

Top