Mijara dayîna wezaretê bo HDPê di nav CHPê de bû sedema nakokiyan
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê gotinên parlamenterekî partiya xwe de ku digot eger ew bibin desthilat dibe wezaret bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bên dayîn de dibêje “Li ser mijareke ku ne ji erkê wî bû, axiviye û nêrîna xwe gotiye.” Kiliçdaroglu dibêje dê maseya 6 partiyan (partiyên opozîsyonê) li ser vê mijarê biryarê bide.
Parlamenterê Stenbolê yê CHPê heftiya borî di bernameyeke televizyonî de gotibû ku eger ew bibin desthilat dibe bo HDPê wezaret bê dayîn, nedana wezaretê bo wê partiyê li dijî îradeya niştimanî ye.
Ev gotinên Tekîn di siyaseta Tirkiyê de bi taybet di nav CHP û ÎYÎ Partiyê de ku yek ji aliyên hevahengiya maseya 6 partiyên opozîsyonê ya Tirkiyê ye bûbû sedema aloziyan. Niha jî mijar di nav CHPê bi xwe de bû sedema nîqaşên nû.
Li gor medya Tirkiyê Serokê Giştî yê CHPê duh 9ê Îlona 2022ê di civîna girtî ya encûmena partiya xwe de li ser gotinên Gursel Tekîn axiviye û gotiye “Ew bixwe (Gursel Tekîn) ne yek ji serokên 6 partiyan e, ne berdevkê partiyê û wekîlê fraksyonê ye. Li ser mijareke ku ne erkê wî bû axiviye û nêrîna xwe gotiye.”
Piştî van gotinên Gursel Tekîn Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku bi daxuyanî û helwêsta xwe ya dijî Kurdan û HDPê bi nav û deng e gotibû ku ew li ser ti maseyekê rûnanin eger HDP li ser be, maseya ew li ser rûniştî jî HDP bi xwe li ser rûnanê.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî gotibû “Bila Hevpeymaniya Cumhur û ya Millet jî vê yekê bizanibin. Bila ti kes li ser HDPê siyasetê neke û HDP neke amûreke ku pê xwe mezin bike. Divê hemû kes heddê xwe bizanibin. Hun dema behsa HDPê dikin divê hezar caran bifikirin.”
Rudaw
