• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê: Wêraniya li Efrînê asayî ye û ji sedî 5 derbas nake

Gulan Media December 3, 2018 Nûçe
Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê: Wêraniya li Efrînê asayî ye û ji sedî 5 derbas nake
Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê: Wêraniya li Efrînê asayî ye û ji sedî 5 derbas nake


Serokê hikûmeta demkî ya Opozisyona Sûriyê Cewad Ebû Heteb ragihand ku îro eger Beşar Esed neçe çareseriyeke siyasî li Sûriyê nabe.


Cewad Ebû Heteb got ku Efrîn niha hîn jî navçeyeke leşkerî ye, lê wan dadgehên leşkerî û dadgêriya leşkerî ava kir û niha gelek rewş li pêşberî dadgêriyê ne.


Derbarê binpêkirinên mafên mirovî yên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de jî Heteb got: “Normal e wêraniya li Efrînê çêbû, ji sedî 5 derbas nake.”


Serokê hikûmeta demkî ya Opozisyona Sûriyê Cewad Ebû Heteb bersîva pirsên bejêrê Rûdawê Dilbixwîn Dara da.



Dilbixwîn Dara: Vê nezîkî du salan e ew hikûmeta demkî ya Sûriyê ava kiriye hûn li kuderê kar dikin û rêveberiya kuderê dikin?



Cewad Ebû Heteb:. Dema ez berî du salan bi hikûmeta demkî hatim teklîfkirin, min wek rêveberê koleja bijîşkî li Kefr Texarîm li bakurê rizgarkirî kar dikir. Li Zanîngeha Helebê ya rizgarkirî. Karnameya hikûmetê di wê demê de ku hikûmet li hundirê Sûriyê bê damezrandin ji teknokrat û hêzên şoreşê û bi rastî jî me hemû wezîr ji hundirê Sûriyê ji kargeran hilbijartin bi şêwira ligel hêzên şoreşger, yanî dema me wezîrê xwendin û perwerdehiyê danî, bi tifaqa ligel hemû kargerên di perwerdehiyê de li hundir bû.



Dema me wezîrê tendirustiyê hilbijart, Dr. Firas ji Mehera ku hê li hundir e û kar dike, yek bû ji kesên kar dikirin û rêveberê nexweşxaneyeke gerok bû li Meherayê. Herwiha Wezîrê Rêveberiya Xwecihî ji Deraayê hat hilbijartin, piştî dora mehekê şehîd bû, di bûyereke teqînê ji aliyê Qaîde ve, rehma Xwedê lê be, tevî çend endamên din yên hikûmetê, ew jî ji Deraayê bû û serokê Encûmena Parêzgeha Deraayê bû. Me wê demê 6 wezîr hilbijartin. Tevî cîgirê serokê hikûmetê ku ji Gundewarên Şamê ya dorpêçkirî bû. Anku ew hikûmeteke teknokrat bû û bi temamî ji hundir hat hilbijartin û ji kargeran bû û bi şêwira ligel hemû encûmen û çalakvanan di warê bijîşkî de û sendîka û hemû hêzên çalak li hundirê Sûriyê. Hikûmet wiha hate damezrandin.



We hikûmeteke teknorat ava kir. Vê hikûmetê di heyama du salan de çi ji xelkê re pêşkeş kir?



Bê guman, ev hikûmet bi temamî teknokrat bû û me ew li ser axa Sûriyê ava kir, wezaretên me li ser erdê çêbûn, rêveberî çêbûn. Em ji Deraa û Quneytere berî bikeve û Gundewarên Şamê heta Humsa dorpêçkirî û bakurê Sûriyê hebûn.



Bêtirî milyonek xwendekar li ba me hebû. Îro kêm bûye û bûye 500 hezar xwendekar. Zanîngeha me hebû, beşên wê li başûr û Xûtayê jî hebûn. Bêtirî 16 kolej û 10 peymangehên me hebûn. Bi hezaran xwendekar, herwiha îro Zanîngeha Helebê nameyên PHD û majesterê gengeşe dike, helbet li deverên rizgarkirî. Ev kolejên me hene. Me yekem dewre derxist. Yên peymangehan derçûn. Berî du salan. Îşelleh wê derçûna kolejan jî nêzîk be.



Herwiha me Wezareta Çandiniyê damezrand, me rêveberiyên çandiniyê ava kirin. Zêdekirina tov. Me Navenda Lêkolînên Çandiniyê ji bo parastina cûreyan ava kir, 16 cûre ne, em îro li Sûriyê wan diparêzin.



Em îro ji sedî 30 ji genim digihînin hundirê Sûriyê bi rêya Dezgeha Dexlûdan û bi piştevaniya Sindoqa Pêbaweriyê. Herwiha rêveberiya me ya tomarên sivîl heye, bêtirî 65 sekreteriyên me yên tomara sivîl hene ji bo belgekirinê û heta îro ku vegeriyane bakur, rêveberiyên li başûr, li Deraa û Quneytere û Gundewarên Şamê bi me re bûn ji bo şopandina penaberan.



Herwiha rêveberiyên îdareya xwecihî çavdêriya hemû encûmenên parêzgehan û yên xwecihî dike. Me îro yasaya rêveberiya xwecihî jî pêk anî ku li hemû navçeyan tê cîbicîkirin û çavdêriya hilbijartinan li hemû navçeyan dike.



Kurd di nava rêveberiya we de hene û eger hebin rêjeya wan çend e?



Yekem, birayê hêja, dema me hikûmet ava kir, dezgeheke teknokrat e, ne ya partî yan dabeşkariyê bû. Lê dema ava bû, Efrîn ji aliyê PYDê ve dihat birêvebirin. Navçeya rojhilat jî ji aliyê DAIŞ an PYDê ve dihat birêvebirin. Li navçeyên Idlibê hebûna birayên Kurd nebû. Min wê çaxê daxwaz ji birayên Encûmena Niştimanî ya Kurd kir, gelo hûn ê birayan li hundirê ji me re berbijêr bikin? Gotin ew nikarin beşdar bibin, çimkî ew li wan navçeyan in ku ji hêla hin aliyên li dijî hikûmeta demkî ve têne birêvebirin.



Yanî niha di nava we de Kurd nînin?



Na ne, wek karmend hene. Min zêdeyî carekê daxwaz kir.



Wekî wezîr hene?



Na ne, em îro di çarçoveya berfirehkirin û çalakkirina hikûmetê de ne. Lê wê çaxê ti navçeyek ji navçeyên Kurdî, Efrîn girêdayî PYDê bû û rojhilat girêdayî PYDê bû û navçeya Girê Spî girêdayî Nusre bû dema ku hikûmet hat damezrandin.



Niha ez herdem daxwazê ji dezgehan dikim teknokratên Kurd ku li ser axa Sûriyê hebin bidin min da em wan tev li xwe bikin. Kêmasiyeke me ya mezin û berçav heye û pêwistiya me bi hemû enerjiyan heye. Çi Kurd bin an ne Kurd bin, Ereb bin an Tirkmen bin. Pêwistiya me îro bi enerjiyan heye lê li ser erdê bin. Çimkî hikûmet bi temamî li ser axa Sûriyê ye.



Em îro tenê wek serdanker têne Tirkiyê û tenê nûnerên me hene, û hemû rêveberî û dezgehên me li ser axa Sûriyê ne. Deriyê me li pêşiya hemû enerjiyan vekiriye da tev li hikûmetê bibin.



Peywendiyên we ligel hikûmeta Tirkiyê çawa ne?



Tirkiyê dora 3 milyon û nîv penaberan li ser axa xwe hembêz dike. Em spasiya wê dikin. Wek tu dizanî, di navbera me û Tirkiyê de sînorekî dirêj bi sedan kîlometran heye. Pêwendiyeke baş heye. Herdem civîn hene. Nerîna me carna wek hev e, carna na. Lê bi dîtina min pêwendiyeke baş e.



Derbarê koçberên derveyê Sûrî de ti peywendiyeke we ligel hikûmetên welatan cîran heye ji bo ew koçber vegerin welata xwe?



Tu dizanî nîvê gelê Sûriyê koçber bûye li hundir û derve. Ev barekî pir giran e. Bi milyonan e. Dewletên aram nikarin hilgirin. Li Tirkiyê hejmareke zêde heye. Ofîseke me ya xizmetkirinê heye, navê wê Ofîsa Xizmetan li Tirkiyê ye. Wek mînak, îsal 2018, heta niha bêtirî 8 hezar belgeyan derxistiye. Me serdana Yekîtiya Ewropayê kir. Endamên me li Yekîtiya Ewropayê jî hene, me serdana Brûkselê kir û ez bi Mogherini re civiyam. Ji bo parastina mafên welatiyên me yên li Ewropayê. Derbarê dewletên cînar, Libnan û Urdin, bi rastî pêwendî bi wan dewletan re nînin. Me bêtirî carekê hewl da. Sistiyek di wê pêwendiyê de heye. Lê em hewl didin bi awayekî ne rasterast bi welatiyên xwe re di pêwendiyê de bin li wan welatan, lê ji bo vegera koçberan, birayê hêja, vegera koçberan girêdayî du tiştan e:



Yekem çaresersiya siyasî. Îro çareseriya siyasî ya daxwazkirî li gor biryarên Cinêvê ew e ku em bigihin desteya rêveber a demkî û çûna Beşar Esed. Û Sûrî wê vegerin piştî aramî çêbibe û welatî ne li jêr gefa girtinê bin. Herwiha girêdayî avakirina dezgehan e, daku ev dezgeh bikarin rêveberiya demkî ava bikin. Hemû welatiyên me îro, me şoreş çêkir ji bo guherandina rejîmê daku mafê welatiyan hebe. Hemû Sûrî wek hev in di erk û mafan de. Hemû Sûrî mafê wan yê karkirinê heye û divê beşek ji dezgehên dewletê bin. Ti cudahî di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de tune. Şoreş ji bo vê çêbû û em hewl didin.



Tirkiyê berî niha ragihandibû ku ew dixwaze hemû hêzên çekdar ên opozisyona Sûrî bikin yek hêz û ji bo wê yekê jî kongreyeke saz bike. Proje qet ket di ware bicihkirinê de?



Bi rastî ne Tirkiyê, hikûmeta Sûriyê ya demkî heye, ji dema me wergirt me pêwendî bi hemû hêzan re kir. Çend salan gelek hêz hebûn û piştî civînên dirêj me karîbû destpêka sala 2018an em bêtirî 36 hêzan kom bikin û me desteya erkanê û Artêşa Niştimanî ava kir. Ev hêz cuda bûn û çekdarkirina wan girêdayî gelek dewletan bû. Ez dikarim bêjim avakirina wan baş bû û me planeke kar jî danî pêwistiya wê bi qonaxan heye. Yekem navlêkirina wan û belavkirina wan li ser sektoran. Wek ku Bereya Niştimanî li Idlibê çêbû û herwiha feyleqên yekem û duyem.



Qonaxa duyem dayîna nasnameyên leşkerî û em ê çawa sivîlan amade bikin, piraniya wan sivîl in, kê ji wan leşker e. Helbet nexşerêyek heye me dest pê kiriye, pêwsitiya wê bi demê heye û zehmet e û pêwistiya wê bi kedê heye. Me ji destpêka sala 2018an ve dest pê kiriye û ez bawer im bi demê re wê pêk were. Tirkiye piştevaniya me kir di vê helwestê de, lê gelek astengî hene, astengiyên aborî, hejmara zêde ya hêzan, sivîl in tu yê çawa wan bikî leşker, demeke dirêj bû li derveyî warê leşkerî bûn, lê vê pêngavê beriya 11 mehan dest pê kir û îşelleh di mehên bê de wê pêşveçûnên mezintir di vê mijarê de çêbibin.



Peywendiya we ligel Bereya Nusre çawa ye?



Ez hêza Bereya Nusre wek dijberê şoreşa Sûriyê dibînim. Ez hêzên biyanî û rejîmê bi avakirina wê tohmetbar dikim ji bo têkbirina şoreşê. Em pêre nacivin, hewl da dest deyne ser hin dezgehên me li Idlibê wek hûn dizanin, berî demekê me dezgeha dexlûdan bir û çend firn û çend caran me êrişî zanîngehê kir. Nusree projeyeke li derveyî Sûriyê ye. Em li Sûriyê bi projeya niştimanî bawer dikir ku hemû welatiyên Sûriyê li xwe digire. Projeya me li hundirê Sûriyê ye. En hemû projeyên derveyî red dikin.



Hûn heta niha jî li ser çûna Beşar Esed rijd in?



Bila em bi awayekî din bêjin. Cemawerên Sûriyê bi hemû rengên xwe ji bo guherandin û rûxandina vê rejîmê serî hildan. Îro li bakurê Sûriyê, 800 hezar welatî di konan de dijîn çimkî red kirin di bin siya Beşar Esed de bin. Îro 800 hezar welatî li hundirê Sûriyê di çadiran de dijîn, li ser sînor in çimkî red kirin li Humsê û Gundewarên Şamê û Derrayê bin, û dora 700 hezar kesî hene di xaniyên demkî de dijîn û bi milyonan terka Sûriyê kirin, ev hemû çimkî wan Beşar Esed nedixwestin.



Îro eger dewlet tiştekî din bêjin, ez ê rewşa kolanê li hundir ji te re bêjim. Em li hundir dijîn, hikûmeta Sûriyê bi gelê Sûriyê re dijî û me bi sedan bombebaran dîtin, heta niha bêtirî 200 şehîdên hikûmeta Sûriyê hene, di encama bombebaranê, di encama revandinê ji aliyê Bereya Nusre ve, hîn gelek endamên me revandî ne. Îro çareseriyeke siyasî li Sûriyê nabe eger Beşar Esed neçe. Ev nerîna kolanê li hundirê Sûriyê ye.



Heroj li Efrînê binpêkirinên mafên mirovî wek dizî, talankirin, revandin û kuştin çêdibin. We wekî hikûmeta demkî dadgeh hene wan kesên tevlî sûcan dibim dadgeh bikin?



Erê her navçe dema rizgar dibe, bêguman hin binpêkirin çêdibin, çi li Efrînê be yan li cihên din be. Efrîn niha hîn jî navçeyeke leşkerî ye. Lê me dadgehên leşkerî û dadgêrriya leşkerî ava kir û gelek rewş li pêşberî dadgêrriyê ne niha. Duh kampînek hat çêkirin ji bo kesên li derveyî yasayê û ji bo girtina wan. Bê guman hertim hinek kêmasî çêdibin. Li Babê çêbûn û li gelek cihan ku Efrîn jî yek ji wan e.



We hata niha kesekî li Efrînê girtine û ceza kirine?



Helbet bi dehan îro di zindanan de hene, gelek mirov hatine girtin. Îro li ser erdê encûmenên xwecihî yên Efrînê wê birêve dibin. Xelkên Efrînê ne, dibe ku ew bêtir karibin hejmaran bidin te.



Kî li Efrînê hikmê dike?



Encûmenên xwecihî hene.



Baş e, ew grûpên çekdar li wê derê çi dikin?



Helbet îro derketina hêzên çekdar girêdayî avakirina sîstemeke polîsan a bihêz e. Îro encûmenên xwecihî hene, pêwistiya te bi desthilata cîbicîkar heye ku polîs e, îro dest bi dezgeha polîsan kirine, ez bawer im hîn lawaz e û dema dezgeha polîsan bihêz bibe, divê hemû hêz derkevin. Ez bawer im evê nêzîk û ne dûr pêk were.



Wek hikûmeta demkî ew rola we heye ku kesên li Efrînê tevlî sûcan dibe bigrin û dadgeh bikin?



Yekem, birayê hêja ez gotina te red dikim. Tu wêne dikî ku Efrîn hatiye talankirin. Derbasbûn û şer li ser erdê hebû wek hemû deveran, di navbera Artêşa Azad û PKKê de. Normal e wêraniya li Efrînê çêbû, ji sedî 5 derbas nake.



Ez behsa şerê li Efrînê nakim.



Ji kerema xwe re gotina min kin nebirre û guhdariya bersivê bike. Dema hêzên Amerîkî û PKKê derbasî Reqayê bûn, here binere çi wêranî li Reqayê çêbû. Heta nexweşxaneya niştimanî wêran bû. Eger tu tiştê li Efrînê çêbû bidî ber Reqayê, tu yê bibînî qet wêranî nîne. Tu qet nikarî bidî ber hev dema PKKê derbasî Reqayê bû bi pişgiriya Amerîka û hevpeymaniyê.



Tu dixwazî nerîneke tenê bibihîzî, divê tu nerîna cuda jî bibihîzî birayê hêja. Eger em îro Efrînê û Reqayê bidin ber hev, keko tu meselê mezin dikî, ji temaşevanê ku dibe li Ewropayê bin yan dûrî rastiyê bin, lê ez li ser axa Sûriyê me, lewma jî ez wêneyê bo te vediguhêzim. Ez didim ber hev, ne bi vî awayî ye, hin binpêkirin çêbûn, erê, û em ji wan ne razî ne. Me dadgehên leşkerî ava kirine.



Tiştên carekî li Reqayê bûne heroj li Efrînê dibinê hûn wekî hikûmeta demkî û ji bo xelkên malên wan tê talankirin çi dikin?



Na ez li dijî gotina te me, tu nikarî bidî ber hev. Na ne divê tu rêza nerîna temaşevanan bigirî, gelo îro wêraniya li Reqayê heye, li Efrînê jî heye? Na ev gotineke ne rast e û ne lojîkî ye. Îro ji sedî 10 ji xelkê Reqayê lê nînin.



Ji kerema te bira bibihîze, tu naxwazî bibihîzî, tu pirsan dikî, ragihandin ne wisa ye! Tika ye bibihîze, birayê hêja, îro dema em wek hikûmet çûne Efrînê, erkê me bû em encûmenên xwecihî ava bikin, ji xelkên Efrînê. Û me ew ava kirin û em bi rêya wan dişopînin. Û me dadgeh û polîs ji wan re çêkirin û dişopînin. Îro ez bawer im encûmenên xwecihî ji xelkên Efrînê ew Efrînê birêve dibin. Hûn dikarin pêwendiyê bi wan re bikin.



Grûpên çekdar Efrînê birêve dibin an jî encûmenên rêveberî yên xwecihî birêve dibe?



Na îro leşker cihê wan li ku ye? Nikarin jiyana sivîl îdare bikin. Jiyana sivîl di destê encûmenên xwecihî de ye, ew kartan derdixin û ew berpirs in ji perwerdehî û tendirustiyê. Na! encûmenên xwecihî bi awayekî rasterast berpirs in ji xizmetguzariyan. Ev gotina ne hûrbîn e. Çekdar tenê ji bo rewşa ewlekarî hene û ti pêwendiya wan bi hemû karê sivîl re tune û tu dikarî pêwendiyê bi Efrînê re bikî û bibînî çawa encûmen berpirs in ji temamiya jiyana sivîl, di tendirustiyê de, di perwerdehiyê de, ew kîmlîkan derdixin, îro wê deriyê sînorî vekin, ew berpirs in ji deriyê sînorî. Yê berpirs encûmenên xwecihî ne.



Hûn jî guhertina demografî agahdar in?



Birayê ezîz, guherîna demografî bi rastî ne li Efrînê ye. Guherîna demografî li Gundewarên Şamê pêk hat, di koçberiya Dareya de çêbû, di koçberiya Humsê de. Li Efrînê, ti kes ji bo koçberiyê nehat mecbûrkirin. Dibe ku şer hîştibe xelk birevin wek ku li Helebê jî çêbû. Weke kesên ji Idlibê reviyan. Efrîn îro vekirî ye ji bo vegera hemû xelkê. Lê ti kes ji Dareya nikare vegere. Qedexe ye kes vegere Xûtayê. Geliyê Bereda vala maye û nabe kes vegere. Ev koçberkirina neçarî ye. Ez şaş dimînim, jixwe dema DAIŞ kete Babê de her kes jê reviya. Îro dora ji sedî 20 ji xelkên wê li Babê vegeriyan. Li Efrînê jî şer çêbû, normal e xelk ji ber şer birevin. Ti kes îro nikare rê li ber vegera xelkê Efrînê bo Efrînê bigire. Em wek hikûmet rijd in ku hemû xelkên Efrînê, xelkên me, vegerin û bibin beşeke girîng û di dezgehên dewletê de beşdar bin.



Li dibistanan di nava perwerdeyê de zimanê Kurdî heye?



Bê guman, dema me rêbazên xwendinê danîn, kitêbeke dibistanê heye bi navê Hînkirina Zimanê Kurdî û me hayê Encûmena Niştimanî ya Kurdî jê çêkir û ev mafê gelê me bi hemû rengên xwe ye ku fêrî zimanê xwe bibin. Lê em di dewletekê de ne ku divê zimanê wê û rêbaza wê ya fermî hebe ku tê pêrewkirin û zimanê Erebî ye. Ji mafê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ye ku fêrî zimanê xwe bibin. Helbet ev mafê wan e.

Rudaw
Top