• Monday, 16 February 2026
logo

Parêzgeha Nînowa daxwazek pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê kir!

Gulan Media December 3, 2018 Nûçe
Parêzgeha Nînowa daxwazek pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê kir!
Serokê encûmena parêzgeha Nînowa serdana Hewlêrê kir û daxwazek pêşkeşî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Îro 03.12.2018ê ragehandina encûmena parêzgeha Nînowa beyanameyekê ve ragehand, serokê encûmena parêzgeha Nînowa Seydo Çeto li Hewlêrê li gel wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî hevdîtinek pêkaniye.

Seydo Çeto û Kerîm Sincarî gotûbêja hemahengiya herêma Kurdistanê û parêzgeha Nînowa û rewşa ewlehiya Nînowa û navçeyên Kurdistanê yên li sînorê wê parêzgehê de ne kirin.

Beyanameyê de hat gotin, Seydo Çeto daxwaz kiriye ku hikûmeta herêma Kurdistanê kar asanî bo vekirina rêya Sihêla û Şingalê bike, ku piştî xiyaneta 16ê cotmehê ew rê hatibû daxistin.

Roja 26ê cotmeha 2017ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Sihêla berevaniyeke qehremanî kirin û şikestekî mezin bi hêz û milîsên Iraqê dan jiyan kirin, ku dixwastin herêma Kurdistanê dagir bikin û ji wê rojê ve jî ew rê hatiye daxistin.

Destana Sihêla, 6 roj piştî destana Pirdê pêkhat û bûn sedem ku ew hêzên Iraqe rastî şikestekî mezin bên û ew plana gruba xiyanetê ya 16ê cotmehê ya bi hemahengiya milîsên Heşdî Şeibî re darijandibûn ket gorê.

Basnews
Top