Kerkûk: Çekdarên nenas avêtin ser baxê kurdekî û 14 milyon kes dizîn
Sê çekdarên nenas li parêzgeha Kerkûkê ketine nav baxçeyê welatiyekî kurd û piştre dest û lingên xwediyê wî girêdan û zêdetirî 14 milyon dînar dizîne.
Di vê derbarê de, roja pêncşemê 08.09.2022ê, Elî Fethî, rêveberê navenda polîsê navçeya Pirde ji (BasNews) re ragehand: ‘’Derengiya şeva borî li nêzîk gundekî devera Hesarê sê kesên bi çek mask çûne nav baxê welatiyekî û welatî girêdane û 14 milyon û 500 hezar dînar ji xwediyê baxî dizîne û reviyane.”
Elî Fethî dibêje wan piştrast kiriye ku yên diz 3 kes bûne, du ji wan bi erebî û yek jî bi kurdî axaftiye.
Elî Fethî dibêje “Hêzên nehiştina tawanan derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
