• Sunday, 22 February 2026
logo

Zêdeyî 120 penaberên Kurdên Êzidî li ser cadeyan radizin

Gulan Media September 8, 2022 Nûçe
Zêdeyî 120 penaberên Kurdên Êzidî li ser cadeyan radizin

120 penaberên Kurdên Êzidî li Yûnanistanê bo dema 12 rojan e, li ser cadeyan radizên, rê bi wan nayê dayin derbasî kampê bibin, ku di nava wê kampê de nêzî hezar Kurdên din ên Êzidî hene.

Ev 12 roj in 120 koçberên Kurdên Êzdî gehiştine Yûnanê û rê bo wan nayê dayîn daku biçin nav kampê, ku hezar Kurdên Êzdî yên din tê de ne.

Fehed koçberekî Kurdê Êzidî ye û dibêje ku rêveberiya Kampa Nadya Murad li Yûnistanê ji wan re gotiye ku cih li kampê nemaye û ew şandin kampeke din lê li wir jî pêşwazî li wan nehat kirin ji ber ku ew kamp ya koçebrên Efxanistanî ne.

Koçberê Kurdê Êzdî li Yûnanê Fehed got: “Ev nêzîkî 130-150 Kurdên Êzidî li ber deriyê kampa penaberan in, lê kes ji bo me tiştkê nake û ti xizmet ji bo me nehate kirin.”

Yekşema borî, Wezîrê Koçberên ên Yûnanistanê Notis Mitarachi ragihand, di vê demê de li welatê wî 34 kamp hene, ku berî du salan 121 kamp hebûn, plan jî heye du kampên din bigirin û ev jî beşekî wê plana ku hikûmeta Yûnanê bo kêmkirina pêla koçberan daniye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje di dema heşt mehên borî de, 7 hezar û 936 koçber gehiştine Yûnanistanê, di demekê de bi dirêjahiya sala borî ji wan koçberan 8 hezar û 770 kes bi rêya avê û 8 hezar û 326 kesên din bi rêya bejayî derbasî Yûnanistanê bûne.

Berpirsên Yûnanistanê jî behsa wê yekê dikin, tenê di meha Tebaxa 2022ê de, 25 hezar koçberan hewla derbaskirina sînorî wî welatî dane.

 

Rudaw

Top