• Monday, 16 February 2026
logo

Bernard Koşnêr: Hemû alîkariyê ji bo xelkê Efrînê dikin

Gulan Media December 2, 2018 Nûçe
Bernard Koşnêr: Hemû alîkariyê ji bo xelkê Efrînê dikin
Bi serperiştiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk û bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên xwecihî, navçê û cîhanê li bakarokê Amûdê Korbenda Navdewletî ya Qirkirina Etnîkî û Guhartina Demokrafî li Efrînê îro birêve diçe.

Ji bo beşdariya di Korbenda Navdewletî ya Qirkirina Etnîkî û Guhartina Demokrafî li Efrînê de, Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Birnard Koshner serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Siyasetmedarê Frensî Bernard Koshner gihişte bajarê Qamişlo û di avahiya Desteya Karê Derve ya Cezîrê de di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, ew piştgiriyê didin korbenda taybet bi guhertina demugrafî li herêma Efrînê.

Koshner da zanîn jî, dê hemû hêza xwe bikin da ku ev korbend bi ser bikeve û alîkariya xelkê Efrînê bikin.

Biryar e di roja yekemîn a komcivînê de du rûniştin werin lidarxistin, tê de semîner derbarê aliyê siyasî yên qirkirina etnîkî û guhertina demografî li Efrînê ji aliyê Xalid Îsa, Aldar Xelîl, Xetîb Dicle, Ferhe Sabir, Odo Steinbach, Mihemed Îhsan û David Philips ve werin dayîn.

Di rûniştina duyemîn de aliyê leşkerî yê qirkirina etnîkî û guhertina demografî li Efrînê ji aliyê Ehmed El-Dirzî, Nesrîn Abdullah û Patrice Franceschi ve were nirxandin.

Xebatên roja yekemîn a komcivînê dê bi vekirina pêşangeheke şêwekariyê taybet bi wêneyên Efrînê bi dawî bibe.
Top