CIA zimanê Kurdî li malpera xwe zêde kiriye
Niha di lîsta zimanên li ser malpera fermî ya CIAyê de, şêwezarê Soranî yê zimanê Kurdî hatiye zêdekirin û derbarê CIAyê de zanyarî bi Kurdî di ber dest de ne û xelk dikare serdana wê malperê bike û bi Kurdî zanyariyan werbigre.
Di beşa Kurdî ya malpera CIA de, beşên weke Derbarê me, Pîşe, Rêxistinên CIA û Rûbirûbûna terorê hatine aktîvkirin.
CIA li ser malpera xwe ya fermî tenê bi heşt zimanên sereke yên cîhanê zanyarî û babetên xwe belav dike. Yek ji wan zimanên ku di malperê de hatiye çalakkirin, zimanê Kurdî, şêwezarê Soranî ye û di dawiya sala 2012an de li malperê hatiye zêdekirin.
CIA dezgeheke mezin a îstixbaratî ya hikûmeta Amerîkayê ye û erkê komkirin û şirovekirina zanyariyên di derbarê welatan, kompaniyên derve û kesayetên biyanî de ji hikûmeta Amerîkayê re pêk tîne. CIA yek ji giringtirîn dezgehên ewlekarî û îstixbaratî ye li ser asta cîhanê.
Rudaw
