• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em dermanên bi kalîteya baştir ji bo welatiyên xwe dabîn dikin

Gulan Media September 7, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em dermanên bi kalîteya baştir ji bo welatiyên xwe dabîn dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo dabînkirina dermanê baştir bo welatiyan, hikûmet ji îro ve dest bi çaksaziyeke bingehîn kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, em bi rêya girêbesta şefaf ve, ji bo welatiyên xwe dermanên bi kalîteya baştir û bi lêçûnên kemtir dabîn dikin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, dermanên bi kalîteya baştir bi bihayê guncaw dê werin dabînkirin û bo cara yekem tender ji bo dabînkirina dermanan tê ragihandin û bihayên 230 cûre deramn tên destnîşankirin.

 

K24

Top